TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hestiyên 171 kesên ji gorên komî derketine tên Kurdistanê

Admin H
Nivîskar
📅 24 îlon 2019 22:28

PeyamaKurd - Rêveberê Goristanan li Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ê Herêma Kurdistanê Sîrwan Celal ragihand ku ew amadekariyê dikin bo 171 hestiyên kesên ji gorên komî yên Semaweyê derketine, bînin Herêma Kurdistanê.

Sîrwan Celal da xuylakirin, Wezareta "Şehîd û Enfalkiriyên Herêma Kurdistanê amadekariyê dike 171 rûfatên kesên li Semaweyê di gorên bi kom de hatine derxistin bîne Herêma Kurdistanê ku 74 kes zarok, 97 rûfat jî yên kesên mezin in.  

Herwiha li gor nûçeya BasNewsê Sîrwan Celal ragihandiye ku hîn cihê 2 gorên bi kom li Semaweyê ne diyar in û lêkolînên wan berdewam in bo peydakirina wan gorên bi kom.

Hêjayî bibîrxistinê ye di sala 1983an de bi bername desthilata Iraqê bi fermana dîktator Seddam Husên bi hezaran kurdên Germiyan û Barzanê bo biyabanên başûrê Iraqê biribûn û li wan biyabanan bi awayekî dirinde û zindî di gorên bi komî de hatibûn qetilkirin.

Parve bike: