TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hevpeymaniya Navdewletî: Em li gel hêzên Pêsmergeyên Kurdistanê bihêztir dibin

Admin L
Nivîskar
📅 26 adar 2022 18:36

PeyamaKurd Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî Rêxistina Terorîst a DAIŞê bi peyamekê diyar kir, em li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bihêztir dibin.

Hevpeymaniya Navdewletî li ser twitterê da zanîn: “Em ê berdewambin ji bo li gel hevbeşên xwe yên Pêşmerge kar bikin û şiyanên wan bihêz bikin, ku bibin hêzekî xwedî şiyan û bi bandor.”

Hevpeymaniya Navdewletî destnîşan kir, erkê wan pêşkeş kirina şêwirmendî û hewkarî bi hêzên Pêşmerge ye û ew yek jî berdewam dike û ev yek jî dê bibe sedem ku em li gel yek bihêztir bibin ji bo têkşikandina DAIŞê.  

Parve bike: