TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hewlêr | Bi çavdêriya Serok Barzanî 15emîn Pêsangeha Navdewletî ya Pirtûkan birêve diçe

Admin L
Nivîskar
📅 25 sibat 2023 21:00

PeyamaKurd – 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan, di meha Adarê de li Hewlêrê bi çavdêriya Serok Mesûd Barzanî, wê were sazkirin.

Li gor Dezgeha Meda bo Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerî diyar kir, 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê, bi çavdêriya Serok Barzanî û alîkariya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan dê were sazkirin.

Herwiha hat eşkerekirin, pêşangeh ji 8 heta 18ê meha Adara 2023an, wê li pêşangeha navdewletî ya Parka Samî Ebdurehman were lidarxistin û hejmareke berçav ji weşanxaneyên Kurdî û Erebî û biyanî beşdar bibin.

Parve bike: