TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hewlêr | Li xwaringeha Top Organîk a di nava hotêla Crystalê de sewat derket

Admin L
Nivîskar
📅 12 mijdar 2022 15:35

PeyamaKurd –Li Hewlêrê li şaxeke xwaringeha Top Organîk a di nava hotêla Crystalê de şewat derket.

Li gor zanyariyan, îro Şemiyê berî saet 08:00, agir bi şaxa xwaringeha Top Organîk a li nav hotêla Crystalê ya li ser cadeya 100 Metrî ya Hewlêrê ket.

Herwiha hat zanîn, ji ber xwaringeh bi daran hatiye çêkirin agir zû belav bûye û di encamê de Xwaringeha Top Organîk a nav Hotêl Crystalê bi temamî şewitiye.

Herwiha hat ragihandin ku heta niha sedema derketina agir nehatiye zanîn, lê li gor zaniyariyan, tenê ziyanên maddî çêbûn û malbatên di nav hotêlê de bûn ji bo jiyana xwe biparêzin ji hotêlê derketine.

Parve bike: