TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hewlêr | Nexwesxaneya Pêsmerge bi merasîmekê hat vekirin

Admin S
Nivîskar
📅 31 rêbendan 2019 15:50

PeyamaKurd - Li paytexta Herêma Kurdistan, Hewlêrê bi hevkariya hikûmeta Almanyayê nexweşxaneyeke leşkerî ya taybet bo Pêşmergeyan hat vekirin.

Di merasîma vekirina nexweşxaneyê de berpirsên leşkerî yên Almanyayê û Wezareta Pêşmerge beşdarî kirin.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezareta Berevaniyê ya Almanayê re kir.

Di meha Îlona 2018an de Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula Von der Leyen serdana Herêma Kurdistanê kiribû û gotibû, bi saya Pêşmerge me DAIŞ têk bir û niha dem hatiye ew serkeftin bê parastin û hevahengiya Almanya bi Pêşmerge re di warên leşkerî, lojistîkî û tenduristî de berdewam bike.

Parve bike: