Hewlêr | Pêsengeha Teknolojîyê HITEX deriyên xwe vekir
PeyamaKurd - Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê duyemîn pêşangeha teknolojîyê ya HITEX li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê deriyên xwe vekir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ligel hejmarek berpirsên din di roja yekem a pêşangehê de amadehî kirin û serdana ofîsên kompaniyan kirin.
Pêşengeha HITEX bi hevbeşiya rêxistina Rwanga û sponsoriya medyayî ya Rûdawê birêve diçe û wê heta 19ê Hezîranê 3 rojan berdewam bike.
Di pêşangehê de, pêşketinên teknolojîyê di sektora bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê têne pêşkeşkirin û li ser dîjîtalîkirina hikûmetê pisporên teknolojiya zanyariyê, bazirgan têne ba hev û gotûbêjan li ser derfetên tekonolojî dikin.
Di pêşangehê de Konferansa HITEX jî tê lidarxistin ku pênc panel tê de cî digirin.