TR KU SO
FB X
Kurdistan

Heyetekî ji oda sanayî û bazirganiya Wanê çû Erbîlê

Admin M
Nivîskar
📅 30 mijdar 2024 01:31

PeyamaKurd – Heyetekî ji oda sanayî û bazirganiya bajarê Wanê ku ji 50 kesên karsaz û veberhêneran pêkdihat, çû Erbîlê. Serokê oda Wanê Necdet Takva ragihand ku plan dikin di sala pêşiyê de, di meha Adar û Gulanê de li Erbîlê dixwazin ‘rojên danasîna Wanê’ bikin.

Heyeta ku ji bajarê Wanê çû Erbîlê, li bin Keleha Erbîlê bi xwarin û xwarinên xwurîniya xwe ve tevlî fûarê bûn. Serokê Oda bazirganiyê Necdet Takva ji bo Rûdawê ragihand:

“Seredana me ya 4em ya Erbîlê ye. Em dixwazin di navbera Wan, Erbîl û Herêma Kurdistanê de dostanî hebe û di navbera bajarên me de çûnûhata geştiyaran bibe. Bi vê armancê me li bajarê Erbîlê ji bo danasîna Wanê stendeki vekir. Me xwest em di vê rêyê de xwarin û vexwarinên Wanê bidin naskirin. Derya Wanê, gola wê û mizgeftên wê navdarin.

Em xelkê Kurdistanê dawetî Wanê dikin. 2 roje me xwest em bajarê xwe bidin nasîn. Em li ser navê oda bazirganiya Wanê ji 13 sektoran 50 kes karsaz û veberhêner li Erbîlê ne. Me duhî seredana oda bazirganiya Erbîlê kir û me civînekî li dar xist. Em ê stenda xwe 2 roj li Duhokê û 2 roj li Zaxoyê vekin.”

Di nav harsazan de kes hene ku bi karên ajalvaniyê, çandiniyê, înşaat, sanayiya kîmyewî an ku ji hemû sektoran kes hene.

Parve bike: