TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên Îranê êrîşî komeke kolberan kir: Ciwanek birîndar bû

Admin H
Nivîskar
📅 12 hezîran 2026 20:00

PeyamaKurd - Li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi gulebarana rasterast hate birîndar kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku kolberê bi navê Naseh Xudayî li Baneyê bi êrîşa guleyên rasterast birîndar bûye.

Hate diyarkirin ku hêzên sînorî yên li Baneyê, li Çiyayê Sûrkêw, bêyî ti hişyarîkirinê teqe li komek kolberan kirine û Naseh Xudayîyê 29 salî ku bavê zarokekê ye, di encama gulebarana rasterast de ji lingê xwe bi dijwarî birîndar bûye û ew bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî a Bane hatiye rakirin.

Parve bike: