TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên rejîma Îranê du çalakvanên Kurd revandin

Admin L
Nivîskar
📅 19 îlon 2022 17:03

PeyamaKurd – Li bajarê Sineyê do bi şev di encama xwepêşandanan de hêzên rejîma Îranê du çalakvanên Kurd revandin.

Di çarçoveya xwepêşandanên dijî kuştina Mehsa Emînî de do li bajarê Sine xwepêşandaneke gelek mezin hat organîzekirin û du çalakvanên Kurd ên bi navê Feranek Refiyî çalakvana mafên jinan û Lutfulah Ehmedî çalakvanî medenî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin revandin û piştî lêdan û îşkencekirinê ew veguhestin cîhekî nediyar û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Şemiyê jî li bajarê Seqizê hêzên rejîmê ciwanekî Kurd di xwepîşandanan de kuştibûn.

Parve bike: