Kurdistan
Hêzên rejîma Îranê guleyên rasterast bera 2 kolberên Kurd dan: Kolberekî can da
PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê li sînorê Newsûdê guleyên rasterast bera 2 kolberên Kurd ên bi navên Ehmed Yûsifî û Muxtar Mîrweysî ku şêniyên Selasa Bawecanî ne dan û piştî çend saetan Muxtar Mîrweysî bi sedema kûrahiya birînan, can da.
Li gor zanyariyan, hêzên leşkerî, bêyî agahdarkirinaê gule bera her du kolberan dabûn û di encamê de kolberê bi navê Ehmed Yûsifî birîndar bû û Muxtar Mîrweysî jî can da.
Hat ragihandin ku Muxtar Mirweysî xêzandar e û bavê 2 zarokan e.