TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên rejîma Îranê welatiyekî Kurd kustin

Admin L
Nivîskar
📅 26 sibat 2022 20:30

PeyamaKurd Hêzên rejîma Îranê, do êvarî roja Înê 25ê Sibata 2022an, welatiyekî Kurd ê bi navê “Seîd Pîran” yê temen 40 sal û welatiyê gundê “Kerîmava” yê ser bi bajarê Baneyê, di encama teqeya rasterast hat kuştin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê diyar kiriye: “Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê, bi gumana hebûna tiştên qaçax, ev welatiyê Kurd kirine armanc.”

Li gor zanyariyan, piştî vê bûyerê meytê Seîd Pîran rakirin nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” a bajarê Baneyê.

Zanyarî destnîşan dikin, ew welatî xizan û xwediyê du zarokan bû.

Parve bike: