TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên Tirkiye derbasî Heftenînê bûn

Admin L
Nivîskar
📅 17 hezîran 2020 16:08

PeyamaKurd Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesabê Twitterê ragihand, hêzên komandoyên yê Tirkiye ji bo operasyona Pencê Piling derbasî navçeya Heftenînê ya li Başûrê Kurdistanê bûne û li dijî PKK dest bi operasyonê kirine.

Tirkiye bi mabesta tunekirina hebûna PKKê ya li Başûrê Kurdistanê, 14ê Hezîranê dest bi operasyonek bi navê Pencê Piling kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha wêneyên helikopter û komondayên ku ketine nav axa Kurdistanê jî li ser medyayê belav kiriye.

Şeva borî Tirkiye, 6 gundên li sînorê Zaxoyê bi topxane û balafirên xwe bombebaran kirin.

Parve bike: