TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Kurdistanê amadekariya çêkirina rêhesinê dike

Admin H
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2019 18:30

PeyamaKurd - Wezîrê Avedankirin û Akincîbûna Kurdistanê Dana Ebdulkerîm ragihand, plana wan heye rêya hesinî li Başûrê Kurdistanê çêkin.

Dana Ebdulkerîm îro di civîneke rojnamevaniyê de got ku ew niha mijûlî danîna plan û karnameya xwe ya çar salên bê ne.

Ebdulkerîm diyar kir, ji ber wê jî ew bi rêveberiyên parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê re dicivin û dixwazin planeke mukim bo çar salên bê deynin.

Wezîrê hikûmeta Kurdistanê da zanîn, di plana wan de heye rêya hesînî jî çêbikin û got, "Rêyên me gelekî wêran bûne, yek ji sebebên wê yekê nebûna rêya hesînî ye. Fêdeyên rêya hesinî gelek in û dê bibe sebeba geşbûna bazirganî bi welatên cîran re jî."

Dana Ebdulkerîm destnîşan kir ku ew dixwazin rê û cadeyan jî biparêzin û rêyên wêran û kevin jî nûjen bikin, loma danîna rêya hesinî gelekî pêwîst û zerûrî ye.

Parve bike: