Hikûmeta Kurdistanê û UNFPA belgenameya hevtêgihîstina dijî tundîya zayendî îmze kirin
PeyamaKurd - Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Sindoqa Neteweyên Yekbûyî ya Nifûsê (UNFPA) ji bo bidawîanîna tundiya zayendî û beşdariya ciwanan li Herêma Kurdistanê belgenameyek îmze kirin.
Serokê Fermangeha Medya û Zanyariyan Cotyar Adil ku di heman demê de, berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û Nûnera UNFPA Rita Columbia 3yê Nîsanê bi merasîmekê belgeya hevtêgihîştinê îmze kirin.
Di belgenameya hevtêgihîştinê de planên hevkariyê yên di navbera her du aliyan de yên beşdariya çalakiyên hevpar hatin destnîşan kirin.
Piştî merasîma ku berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî beşdarî kiriye de, daxuyaniyeke hevbeş hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Ev hevkariya nû-avakirî dê rê bide DMI & UNFPA ku hişyariyê li ser rêgirtin û bersivdana tundûtûjiya li ser bingeha zayendî, li ser mafên jinan bilind bikin û bijardeyên saxlem û agahdar ji bo ciwanên li seranserê Herêma Kurdistanê pêşve bibin.”
Herwiha hat diyarkirin: “Fermangeha Medya û Zanyariyan (DMI) û Sindoqa Neteweyên Yekbûyî ya Nifûsê (UNFPA) dê bi hev re kampanyayên piştevaniyê yên hevbeş li dar bixin û piştgirîyê bidin belavkirina dane û destwerdanên ku tekezî dikin li ser xelkê.”