HSD: Kesên ku ne layîqî pîvanên me ne hatin girtin!
PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan hin kesên navxwe yên li derveyî pîvanan wan ên exlaqî tevgeriyane girtine û lêpirsîn derheqê wan de hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniya HSDê de hatiye gotin: "Di demên dawîn de li ser malperên medyaya civakî dîmenek belav bû ku tê de kesek li Dêrazorê rastî îşkence û heqaretê tê. Me ji aliyê xwe ve weke Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk ev dîmen şopand da ku em rastiya wê nas bikin. Me di wê der barê de lêpirsîn vekir. Di encamê de; Me kesên ku di vê bûyerê de beşdar bûne, girtin û di cih de lêpirsîn bi wan re vekir.”
Di dewama daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, “Em wek HSD ji gelê xwe û raya giştî re piştrast dikin ku kesên ku li gorî pîvanên azadî û exlaqî yên ku hêzên me li ser hatine avakirin tevnegerin, ne layîq in ku di nava refên HSDê de bixebitin û dê hesab ji wan bê pirsîn.”
Herwiha hat gotin, ew dê çawa ku li dijî DAIŞê û dagirkeran têkoşînê didin, li dijî wan kesên xwedî tevgerên şexsî yên neexlaqî ku dûrî hemû pîvanên çandî û civakî ne, dudil nebin û wan bigirin.