TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: Li Til Temirê gundên xirîstiyanan di bin bombebaranê de ne

Admin H
Nivîskar
📅 14 mijdar 2019 00:04

PeyamaKurd – Berdevkê Ragihandinê yê HSDê Mustefa Balî ragihand ku çekdarên girêdayî Tirkiyê gundên Dawitiye û Ezîziye yên Til Temirê yên xirîstiyanan îro bi tundî bombardiman dikin û wan neçarî koçberbûnê dikin.

Balî li ser hesabê xwe yê twitterê bal kişand ser ku wan beriya niha gelek caran hişyarî daye û gotiye ku civaka piçûk a xirîstiyan a Til Temirê di bin metirsiyê de ye û got, “Niha gundên Dawidiye û Ezîziye yên bakurê Til Temirê yên xirîstiyan ku bêhtirî hezar kes lê dijîn di bin bombebaraneke tund de ne. Komên çekdarên ku Tirkiye alîkariya wan dike hewil didin ku terka cihê xwe bidin.”

Parve bike: