HSD: Operasyona Baxozê destpê kir
PeyamaKurd - Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, li dijî Baxozê dest bi operasyonê kir. HSD ev çend hefte ye li dora Baxozê bi cih bûbû lê bo derketina sivîlan ji herêmê operasyon taloq dikir.
Armanca HSDê ew e ku wî bajarî kontrol bike. Balafir û topxaneyên Hêzên Hevpeymanîya navdewletî jî piştgirîya HSDê dike.
Berdevkê HSDê Mistafa Balî ji Reuetersê ra da zanîn ku ji roja şemîyê vir ve ji Baxozê sivîl dernakevin û dîyar kir ku li gor nirxandina wan li herêmê sivîl nemane. Balî got ku li Baxozê operasyonê destpê kiriye û pevçûn didome.Wî di berdewamîya daxuyanîya xwe da dîyar kir ku meha borî zêdetirî 4000 çekdarên DAIŞê radest bûne.
HSD dide zanîn ku çekdarên herî tundrew ên bîyan yên DAIŞê li Baxozê ne û hazir in heta dawîyê şer bikin. Hêjayî gotinê ye ku Baxoz herêma dawî ya di destê rêxistina terorîst a DAIŞ da ye li Sûrîyê. Bi bawerîya HSDê bi kontrolkirina Baxozê dawî li hêza leşkerî ya DAIŞê tê li bakurê Sûriyê.