Kurdistan
Operasyona kontrolkirina Baxozê car din destpê kir
PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDê) car din dest bi operasyona xwe li Baxoza Dêrazorê kir.
Li gorî Rêxistina Sûriyê ya Mafên Mirovan, karwana dawî ya malbatên çekdarên DAIŞê ji Baxozê derket. HSD û Hevpeymaniya Navdewletî jî, car din dest bi operasyonê kirin.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya artêşa Amerîkayê (CENTCOM) General Joseph Votel ragihand, şerê DAIŞ û tûndrewan hîn bidawî nebû ye. Votelî got, ew li gel hevpeymanên xwe di şerê dijî DAIŞê da berdewam in. Wî da zanîn ji bo vekişandina leşkerên amerîkî yên li Sûrîyê li ser wî tu zext tune ye.
Hêjayî gotinê ye ku ji 16ê meha borî ve û heta niha zêdetirî 2.000 çekdarên DAIŞê jî di nava wan da bi tevahî 17 hezar û 500 kes ji bajarokê Baxozê hatine tehliyekirin.