TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSDê ragihand: 10 kesên nav saziyan ji gendeliyê hatin girtin!

Admin H
Nivîskar
📅 14 nîsan 2021 22:29

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan 10 kes ji ber gendelî, sextekirina belgeyan û diziyê girtine.

HSD li seranserê Rojavayê Kurdistanê di saziyên xwe de li dijî gendelî, sextekarî û diziyê operasyon daye destpêkirin.

Çavkaniyên nêzîkî HSD û YPGê dane xuyakirin, di çarçoveya wê operasyonê de 10 kes hatine girtin ku di saziyên girêdayî HSDê de kar dikirin.

Hat eşkerekirin kesên bi navên; A.Y.E, M.N.D, M.E, H.Y.O, S.F.T, F.M.Î, M.X.A, H.O.A, K.S.S û Î.M.H. bi tohmeta “gendelî, bertîlxwarin, sextekirina belgeyan û diziyê” ji aliyê hêzên HSDê ve hatin girtin.

HSDê ragihand ku wê operasyona dijî gendeliyê di nav saziyan de berdewam bike.

Parve bike: