HUDA PARê sersaxî ji bo Pêşmergeyên şehîd xwest û bang li Îranê kir
PeyamaKurd - Partiya Doza Azad (HUDAPAR), ji bo 6 Pêşmergeyên ku di êrîşên mtşekî yên Îranê de jiyana şehîd ketine daxuyaniyeke nivîskî weşand û sersaxî ji malbatên wan, gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xwest.
HUDA PARê di peyama xwe de bal kişand ser helwesta Herêma Kurdistanê ya ku naxwaze bibe parçeyek ji şer û pevçûnan û ev yek wekî "helwesteke hêja" pênase kir û diyar kir, divê ev nêzîkatiya aştiyane ji aliyê hemû welatên herêmê û bi taybetî ji aliyê Îranê ve bi pesndayînê were pêşwazîkirin û bang li Tehranê hat kirin ku di êrîşên xwe de ji armancgirtina sivîl û herêmên leşkerî yên bêpeywendî dûr bikeve da ku şer li seranserî herêmê belav nebe.
‘Baregehên Amerîkayê dibin sedema pirsgirêka ewlehiyê’
HUDA PARê di peyama xwe de hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li herêmê bi tundî rexne kir û îdia kir ku baregehên biyanî neku aramiya welatan diparêzin, berevajî wê dibin sedema bêîstiqrariyê.
HUDAPARê bang li welatên Îslamî jî kir ku qadên xwe yên bejayî, asmanî û deryayî ji bo "êrîşkarên Siyonîst-emperyalîst" nedin bikaranîn û nebin şirîkê zilma wan. Herwiha hat destnîşan kirin ku parastina aştiya herêmî û pêwendiyên baş ên cîrantiyê berpirsyariya sereke ya welatên herêmê ye û divê di vê pêvajoya hesas de bi aqilmendî tevbigerin.