Hunermend Enwer Sêxanî koça dawiyê kir!
PeyamaKurd - Hunermendekî naskirî yê Hewlêrê û Kurdistanê Enwer Şêxanî ji ber nexwaşiyê koça dawî kir.
Hunermendê Kurd Enwer Şêxanî yê ku ev demek bû ji ber nexwaşiya penceşêrê dihat dermankirin û bi armanca wergirtina çareseriyê jî çûbû derveyî welat koça dawiyê kir.
Enwer Şêxanî nêzîkî 40 heta 50 salan xizmet ji şano, drama û sînemaya kurdî re xizmet dike. Şêxanî sala 1951ê ji dayîkbû û destpêka karê xwe yê hunerî sala 1970ê di gruba Pêşrew a ser bi sekreteriya Yekitiya Mamostayên Kurdistanê ve bû. Yekem şanoya wî binavê ‘Seretan’ ango ‘Penceşêr’ bû ku tê de beşdarî kir, lê ji bo tomara televîzyonê navê wê şanoyê hat guhertin û bû ‘Mareyî’
Piştî 5 sal li karê rêxistin bo PDKê di Newroza 1973yan de bi tometa siyasî hat girtin û li gel îşkence û gelek zihmetiyan reviya û peyvendî li gel binkeya hêza Deşta Hewlêrê pêkanî û geheşt Dêgele û dibe Pêşmerge. Destpêkê li navçeya Qeladizê dimîne, piştî rêkeftina Cezayîrê diçe Îranê û sala 1976an wedigere Kurdistanê. Piştî wegeriya bi rêya helbijartinê dibe rêveberê hunera Komel û Huner û Wêjeya Kurd li malbenda giştî. Lê ji ber rêgirî û destverdanên Partiya Beis, nehiştin ew komele ji salekî zêdetir karên xwe berdewam bike.
Herwaha Enwer Şêxanî kar û çalakiyên xwe yên hunerî berdewam kir û damezrînerê Komeleya Hunermendên Kurdistanê / Hewlêrê ye jî.