Îran: Amerîka pistgiriyê dide xwepêsandanan
PeyamaKurd - Hejmara kuştî û birîndarên xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê her diçe zêde dibe û wezareta derve ya Îranê jî radigehîne ku Amerîka piştgiriyê dide xwepêşandanan.
Çapemeniya farsên derveyî Îranê belav kirin, di sê rojên xwepêşandanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de, ku ji ber giranbûna nirxê benzînê destpê kirin, heya niha zêdetir ji 50 kesan hatine kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.
Ji aliyê din ve berdevkê wezareta derve yê Îranê Ebas Musewî bersiva wezareta derve ya Amerîkayê da, ku piştevaniya xwepêşanderan kiribû û Musewî jî li hember vê ragihand: "Amerîka piştevaniyê li aloziyan dike û ew peyam dilsozane û niyetekî paqij nîne. Daxuyaniyên wan ên piştevanî û dilsoziya bo gelê Îranê jî durûyiye."
Herwiha got, ku ew ên niha Amerîka dilsoziya xwe bo wan diyar dike, ew bixwe di bin sizayên aborî yên Amerîkayê de ne.