TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê êrîşî baregeh û kampên PDKÎyê kir

Admin H
Nivîskar
📅 02 îlon 2026 09:27

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 2yê Îlonê, di navbera demjimêr 02:00 û 03:40î de, Îranê ji du aliyan ve êrîşî ser baregeh û kempên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li Herêma Kurdistanê kir.

Li gorî zanyariyan, di êrîşa yekem de bilindayiyên Balîsanê bi 3 dronan hatin armancgirtin, piştî demeke kurt jî kampa Cêjnîkan a li nêzî bajarê Hewlêrê ku cihê niştecihbûna malbat û sivîlan e rastî êrîşê hat.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandiye ku pêleke nû ya êrîşan li dijî Supaya Pasdaran li başûrê Îranê dest pê kiriye.

Ji destpêka pevçûnên Îranê yên ligel Amerîka û Îsraîlê ve, Tehranê bi zêdetirî 156 moşek û dronan kampên malbatan, navendên tenduristiyê û saziyên perwerdeyê yên PDKÎyê kirine armanc.

Parve bike: