TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê êrîşî baregehên PAK û PDK-Î kir: Pêşmergeyek şehîd bû

Admin İ
Edîtor
📅 04 adar 2026 15:43

PeyamaKurd - Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) bi mûşek û balafirên bêpîlot (dron) êrîşeke berfireh bir ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li hundirê axa Herêma Kurdistanê.

Di encama êrîşa li ser baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da.

Berpirsê Têkiliyên Derve yê PAKê, Edîb Xalidiyan, ji medyaya herêmî re ragihand ku îro danê sibê du mûşek li baregeha wan a li devera Dêgele ya Hewlêrê ketine. Di vê êrîşê de pêşmergeyê bi navê Celal Reşîdî (xelkê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê) şehîd bû û sê pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Supaya Pasdarên Îranê bi daxuyaniyeke fermî berpirsiyariya van êrîşan girt ser xwe. Pasdaran îdia kir ku wan bi 30 balafirên bêpîlot ên xwekuj baregehên "komên opozîsyonê" hedef girtine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev operasyon ji bo rêgirtina li "planên sabotajê" yên li ser sînor hatiye encamdan.

Baregehên PDK-Îyê yên li Koyê jî bûm hedef 

Hemwextî êrîşa li Hewlêrê, baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê jî bûn hedefa dronên kamîkazeyê.

Qeymeqamê Koyê, Tariq Heyderî, piştrast kir ku di encama van êrîşan de li herêmê zirara madî çêbûye û kesek jî bi sivikî birîndar bûye.

Ev êrîşên Îranê di demekê de ne ku li seranserê herêmê aloziyên leşkerî di asta herî bilind de ne û hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide herêmê ji bandorên şerê herêmî biparêze.

Parve bike: