Kurdistan
Iraq | Dadwerê Kurd yê dadgeha Sedam bû berbijêrê Wezareta Dadê
PeyamaKurd - Nivîsgeha Serokwezîrtiya Iraqê nivîsek ji Parlamentoya Iraqê re şand û xwest, dadwerê Kurd Rizgar Muhammed Emîn ji bo Wezareta Dadê ya Iraqê were destnîşankirin.
Di nivîsa Serokwezîrtiyê de, Falih Feyyaz ji bo wezareta navxweyî, Selîm Cîbûrî ji bo wezareta bergiriyê û dadwerê Kurd Rizgar Muhammed Emîn jî ji bo wezareta dadê hat xwestin.
Hêjayî gotinê ye, Dadwerê Kurd Rizgar Muhammed Emîn herwiha yek ji dadwerên dadgehkirina dîktatorê Iraqê Sedam Huseyîn bû.