TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îxraca nefta Iraq û Kurdistanê kêm bû

📅 25 adar 2018 17:51

PeyamaKurd - Hinardekirina petrola Iraqê û Herêma Kurdistanê di meha Adarê de 70 hezar bermîl daketiye.

Li gor çavkaniyên pîşesaziyê, di meha Adara 2018an de asta hinardekirina petrola Iraqê ji bîrên petrolê yên li başûrê Iraqê, rojane 70 hezar bermîl kêm bûye.

Di meha Adarê de Iraqê ji bîrên petrolê yên li başûr, rojane 3 milyon û 360 hezar bermîl petrol hinarde kiriye. Iraqê di meha Sibatê de rojane 3 milyon û 430 hezar bermîl petrol hinarde kiribû, ango 70 hezar bermîl kêm bûye.

Li gor çavkaniyên veguhastina deryayî, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî di meha Adarê de bi rêya boriya Kurdistan – Ceyhanê rojane 270 hezar bermîl bûye, li gor vê yekê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî rojane 70 hezar bermîl daketiye. Herêma Kurdistanê di meha Sibatê de 340 hezar bermîl petrol hinarde kiribû.

Parve bike: