TR KU SO
FB X
Kurdistan

Japonya ji bo 500 hezar kesan alîkariyên mirovî disîne Rojavayê Kurdistanê

Admin H
Nivîskar
📅 13 berfanbar 2019 00:45

PeyamaKurd - Hikûmeta Japonyayê wê ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ji bo belavkirina 500 hezar kesan û bi nirxa 1.4 milyon dolaran alîkariyên mirovî bişîne.

Balyozxaneya Japonya ya li Şamê ragihand ku hikûmeta Japonyayê ji bo 500 hezar kesan dê alîkariyên tenduristî, kon û kelûpelên zivistanê pêşkêşî bakurê rojhilatê Sûriyê bike.

Hat ragihandin ku dê ew alîkarî bi rêya rêxistinên navdewletî yên mirovî were şandin ku mebest başkirina rewşa mirovî û pêşxistina proseya siyasî ya Sûriyê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye di encama êrîşên Tirkiyê û komên çekdar bi ser Rojavayê Kurdistanê de, heta niha zêdetirî 300 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûne û di rewşeke nebaş de dijîn.

Parve bike: