TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji AKPê cuda bûn dest avêtin 'Pirsa Kurd û Kurdî': Divê bi maf û azadiyan çareser bibe!

Admin H
Nivîskar
📅 09 hezîran 2020 19:36

PeyamaKurd- Herdu partiyên ji AKPê cuda bûne, Partiya DEVA ya Alî Babacan seroktiya wê dike û Partiya Gelecekê ya serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu seroktiya wê dike, li ser medya civakî hesabên Kurdî vekirin ku daxuyaniyên partiyên xwe bi Kurdî jî belav dikin.

Partiya DEVAyê (Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê) bi navê @DEVA_Kurdi parvekirinên li ser xebatên partiya xwe dike.

— DevaKurdî (@DEVA_Kurdi) June 9, 2020

Partiya Gelecekê (Partiya Pêşerojê) ya Davutoglu jî dîsa ji meha Gulanê ve bi navê @GelecekKurdi li ser twitterê parvekirinên bi Kurdî dike.

Parve bike: