Kurdistan
Ji ber lehiya doh îro li Hewlêrê bêhnvedana fermî ye
PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji ber baran û lehiyê ku doh Şemiyê bondor li ser parêzgeha Hewlêrê kiribû, îro Yekşemê bênvedana fermî ye.
Doh Şemiyê li çend deverên Hewlêrê baran û teyrokek zêde barîyabû û ji ber wê jî lehî rabûbû ku ziyan gihandibû welatiyan û rê û kolanên Hewlêrê.
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, wan biryar daye îro Yekşemê 31ê Cotmehê bikin bêhnvedana fermî da ku tîmên şaredariyê cade û kolanan paqij bikin.