TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji ber teqîna guleya hawanê 3 Pêsmerge birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 29 îlon 2023 01:12

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 28ê îlonê li navenda Fermandariya Sipîlkê ya parêzgeha Hewlêrê, di encama teqîna guleyeke hawanê ya 60 mm de, 3 Pêşmerge birîndar bûn.

Li gorî ragihandina Lîwa Tarq Silêman Hernî ji medya Kurdistanê re, îro di dema paqijkirina baregeha xwe de, hawaneke 60 mm bi Pêşmergeyan de teqiya û di encamê de 3 Pêşmerge birîndar bûn.

Lîwa Tarq Silêman Hernî gotiye, Pêşmergeyên birîndar ji bo nexweşxaneya Xelîfanê hatine şandin, birînên wan sivik in û rewşa wan ya tenduristiyê cîgir e.

Parve bike: