TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo 4 bajarên serhedê hisyariya asîtê hat dayîn

Admin H
Nivîskar
📅 26 sibat 2021 00:39

PeyamaKurd – Ji bo bajarên serhedê yên Bakurê Kurdistanê bi sedema ku pileya germê zêde dibe û ba radibe hişyariya aşît û ketina qeşemê hat dayîn.

Saziya Keşûhewayê Metereolojiyê ji bo bajarên Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê hişyariya ketina aşît û qeşemê da û ji welatiyan hat xwestin di çûnûhatinê xwe de baldar bin û tedbîran bistînin.

Li gorî texmînên hewanasiyê li tevahiya bajarên serhedê germahiya hewayê dê 3 an jî 5 pile zêde be, ba dê ji bakur û rojava rabe, li Gola Wanê jî ji milê rojhilat û bakurê rojhilat cih cihan bi hêza 2-4 kîlometreyî rabe.

Herwiha tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Mûşê 4, li Wan û Colemêrgê 3 û li Bedlîsê jî sifir pile be û ji ber xetereya aşîtê ya li berpalên bilind ên ku lê berf zêde ye hişyariya aşîtê hat dayîn.

Parve bike: