TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo 6 bajarên serhedê hisyariya qesagirtin û asîtê hat dayîn

Admin H
Nivîskar
📅 15 sibat 2021 01:29

PeyamaKurd – Saziya keşhewayê ya Tirkiy ji bo şeş bajarên Bakurê Kurdistanê yên serhedê Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Erzerom û Erzinganê hişyariya qeşagirtin û aşîtê da.

Hat diyarkirin ku li ber pal û berpalan metirsiya aşîtê heye û ji ber hewaya sar, qeşa, mij û pûkê welatî hatin hişyarkirin da ku di çûnûhatinan de baldar bin û tedbîrên xwe bistînin.

Rêveberiya Keşûhewayê daye xuyakirin ku li gor texmînan wê germa hewayê li gor demsalê zêde be û li gorî wê; ji bo nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Wanê 8, li Colemêrgê 6, li Bedlîsê 4, li Mûşê 3 li Îdirê 14 pile, li Dêrsimê 13 pile, li Erzinganê 11 pile, li Qersê 5 pile, li Erzeromê 4 pile, Agiriyê 3 pile û li Erdexanê 2 pile tê texmînkirin.

 

Parve bike: