Ji bo derxistina PKKê ji Singalê bang li hikûmeta Iraqê hat kirin
PeyamaKurd - Berpirsê PDKê li bajarê Şingalê Qadir Qaçax ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, hebûna PKKê li Şingalê bûye metirsî li ser xelkê bajêr, ji ber ku PKK xelkê sivîl wek mertal bikar tîne û bang li hikûmeta Iraqê kir, rê nede ku rewşa Şingalê wiha bimîne.
Parlamentoya Iraqê jî bi fermî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye ku hêzên PKKê ji Şingalê bên derxistin.
Berpirsê liqa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax da zanîn, “Hêzên PKKê li nav bajarê Şingalê bicih bûne, ev jî metirsî ye li ser bajêr. PKK guh nade rêveberiya rewa ya bajêr ji ber wê jî roj bi roj rewşa bajêr aloztir dibe.”
Qaçax bi bîr xist, heta niha Bexdayê jî ti tiştek bo çareserkirina wê pirsgirêkê nekiriye û ger rewşa wiha bimîne tenê xelkê bajêr dê zirarê dibîne.
Berpirsê PDKê anî ziman ku PKK ne tenê ji Şingalê dernakeve, lê hêz û baregehên xwe li wir zêde dike û got, PKK xelkê sivîl ji xwe re wek mertal bikar tîne.