TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo lezandina projeyasaya reforman serokatiyên Kurdistanê dicivin

Admin H
Nivîskar
📅 16 berfanbar 2019 20:01

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Serokatiya Herêma Kurdistanê, serokatiya hikûmetê û serokatiya Parlementoya Kurdistanê li ser projeyasaya çaksaziyê bicivin.

Li gorî ragihandina parlamentarên PDKê, sibe serokatiya hikûmetê, serokatiya parlementoyê û serokatiya Herêma Kurdistanê li ser projeyasaya reforman dicivin.

Hat zanîn ku wê di civînê de behsa amadekariyên bo pesendkirina projeya reforman bê kirin û hevdengiyek were pêkanîn da ku ew proje zûtir were pesendkirin.

Hêjayî gotinê ye, îro Parlementoya Kurdistanê yekemîn xwendin li ser projeyasaya reforman kir û ew wekî projeyeke ‘bilez’ nas kir daku zû were pesendkirin.

Parve bike: