TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji ENKSê daxuyaniya Serhildana 12ê Adarê: Emê ji bo hemû mafên gelê Kurd...

Admin H
Nivîskar
📅 10 adar 2020 19:38

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo 16emîn salvegera Serhildana 12ê Adarê ya li Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.

ENKSê got, Serhildana 12ê Adarê ji Dêrikê û ta Cindirêsê nexşeya Kurdistana Sûriyê bi xwînê kişandiye û ji bo rewşa îroyîn jî diyar kir ku ew dê ji bo çareseriya siyasî û bidestxistina hemû mafên gelê Kurd xebatên xwe berdewam bikin.

Emîndariya Giştî ya ENKSê îro 10ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihand, Serhildana 12ê Adarê ji encama fîtneya bi destê rêjîma Sûriyê hatiye çêkirin ji bo derxistina milmilaneyeke netewperestî di navbera Ereb û Kurd de destpê kir, ku di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn û hatin binçavkirin, ji bilî dizî û talankirina mal û milkên welatiyên Kurd.

ENKS diyar kir, Serhildana 12ê Adarê ji Dêrikê û ta Cindirêsê nexşeya Kurdistana Sûriyê bi xwînê kişand û gelê Kurd bi hemû çîn û hêzên wê ve li hember serkotkirina rêjîmê kirin yek û piştevaniya gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê wergirt.

ENKS diyar dike, Serhildana 12ê Adarê gelek destkeft ji hemû Sûriyan re anî, ya herî girîng jî ew bû, dîwarê tirsê yê rêjîmê li ser gelê Sûrî sepandibû şikand û ev serhildan bû destpêka rasteqîne ya şoreşa Sûrî di sala 2011an de.

ENKS destnîşan dike: “Ji Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî re roleke sereke ya piştevaniyê ji gelê me re hebû”.

ENKS bal kişand ser rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê û got, di vê qonaxa aloz ya Sûriyê bi giştî û herêmên Kurdî bi taybetî tê re derbas dibe, ENKS bi hemû hêzên navdewletî û herêmî re kar dike, ji bo sînorekê ji êş û karesata bi serê gel de hatiye deyne û derbiderên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî vegerin ser mal û milkên xwe û hemû binpêkirinên li wan herêman dibin rawestînin.

Herwiha ENKSê daxwaz ji civaka navdewletî dikekir hemû çekdar û mîlîşên biyanî ji Sûriyê derxîne.

ENKSê da xuyakirin, ew Roja Şehîdan a Kurdî bibîr tînin, tekez kir dê xebata xwe ji bo bicihkirina hemû maf û daxwazên gelê Kurd berdewam bikin, di riya mikurhatina li hebûna gelê Kurd li Sûriyê di destûrê de, dîtina çareseriyeke siyasî ya dadperwerane ji doza netewî re, hemû mafên Kurdan li gor belge û peymanên navdewletî dabîn bikin û hemû projeyên nijadperestiyê yên ser gelê Kurdin hatine kirin rakin.

Di dawiya daxuyaniyê de ENKSê bang li gelê Kurd kir, êvara 12ê Adarê mûman vêxînin. Roja 12ê Adarê di demjimêr 11:00 de 5 xulekan bêdeng rawestin û serdana gorên şehîdan bikin û baxên gulan deynin ser goran.


Di 12ê adara 2004an de hêzên rejîma Sûriyê gule berdabûn ser bi deh hezaran xwepêşanderên Kurd ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê derketibûn û di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Serhildana 12ê Adarê li bajarê Qamişlo bi derketina sed hezaran kesan li dijî kuştina Kurdan ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve bû û piştre li seranserê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û taxên Kurdan ên li Heleb û Şamê xwepêşandan belav bûn.

Serhildan ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve bi tenê hefteyekê berdewam kiribû û nêzîkî 40 kesan jiyana xwe ji dest dabû ku di nav de jin û zarok jî hebûn.

Parve bike: