Kurdistan
Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya destpêka 'Cejna Remezanê'
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, ji ber ku hîn roja yekem a cejna Remezanê diyar nebûye hîn rojên bêhnvendanê yên cejnê nehatine destnîşankirin.
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî da xuyakirin, ‘Heta niha nayê zanîn cejna Remezanê kîjan roj e û ji ber wê jî me rojên bêhnvedanê yên cejnê destnîşan nekiriye.’
Dizeyî got, her gava cejna Remezanê kifş bû wê çaxê dê rojên bêhnvedanê yên cejnê jî bên ragihandin.
Komîteya dîtina heyvê ya Wezareta Ewqaf ya Kurdistanê doh ragihandibû, eger şeva 3yê Hezîranê heyv were dîtin 4 Hezîranê cejn e, lê eger wê şevê nehat dîtin 5 Hezîranê yekemîn roja cejna Remezanê ye.