Kurdistan
Ji Nêçîrvan Barzanî peyama bîranîna Îmam Husên
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneys bîranîna Çileya Îmam Husên peyamek belav kir û bal kişand ser nirxên qurbanîdan, sebir, wêrekî û parastina heqiyê û dadperweriyê.
Barzanî got ku divê ji vê helkeftê wateyên yekîtî û yekdestiyê bên peyda kirin û doyat kir, berpirsyariya hemû aliyan e ku ji bo berjewendiyên bilind ên Iraqê û pêşerojeke baştir bihevre kar bikin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha di peyama xwe de tekez kir ku hemû pêkhate bi pirsgirêkên hevpar re rûbirû ne û qedereke wan a hevpar heye, ji ber wê jî divê ewlehî û aramiya welat bê parastin.