TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Nêçîrvan Barzanî peyama kîmyabarana Balîsan û Sêx Wesanan

Admin H
Nivîskar
📅 16 nîsan 2020 20:17

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera kîmyabarana Balîsan û Şêx Wesanan de peyamek belav kir. Nêçîrvan Barzanî got, ew karesat destpêka tawanên kîmyabarana Beis li Kurdistanê bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Twittera xwe peyamek belav kir û tê de got: “Silav û rêz li gîyanê pak ê şehîdên nemir ên kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û geliyê Xoşnawetî, ku berî 33 salan di 16. 4. 1987an de bûne qurbaniyên destpêkê yên tawanên kîmyabarana Beis li Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê wiha pê de çû: “Bi rêz vê salvegerê bibîr tînin, silav ji bo malbat û kesûkarên wan ên serbez”

Parve bike: