TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji PDKê daxuyaniyeke tund bo êrîşa ser Pêşmerge

Admin H
Nivîskar
📅 24 adar 2026 18:03

PeyamaKurd - Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşa bi moşekên Îranî ya li ser bingehên Pêşmergeyên Kurdistanê li Soranê şermezar kir û hevxemiya xwe ji bo malbatên serbilind ên şehîdan diyar kir, ji birîndaran re jî çarebûneke bilez xwest.

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) got, “Herêma Kurdistanê qet nebûye pareke hevrikî û aloziyan”.

 

Daxuyaniya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê:

"Em wê êrişa ne rewa û bêsedem a ku berê sibeha îro Sêşemê 24ê Adara 2026an li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê li ser Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê hat kirin bi tundî şermezar dikin. Mixabin di encamê de hejmarek Pêşmergeyên dilsoz şehîd ketin û birîndar bûn. Em sersaxiyê ji malbatên serbilind ên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran re şifaya xêrê hêvî dikin.

Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji alozî û pevçûnan û her tim han daye hemû aliyan ku rêya diyalog û gotûbêjê bigirin ber xwe. Me bi berdewamî tekezî li ser siyaseta aştîxwaz a Kurdistanê kiriye.

Lê mixabin ji destpêka şer û aloziyên li herêmê ve çendîn êrişên ne rewa û dijminane li ser herêma me hatine kirin ku ya dawî jî êrişa berê sibeha îro ya bi mûşekên Îranê bû. Em bi dilgiraniyeke kûr li van bipêşketinan dinêrin. Em li bendê ne ku hikûmeta federal û saziyên pêwendîdar çi qasî zû be sînorekî ji bo wan destdirêjiyên li ser axa Herêma Kurdistanê deynin û bi erkên xwe yên destûrî rabin da ku welatiyan û serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê biparêzin.

Di heman demê de em bangî hemû hêz û aliyên Kurdistanî dikin ku em bi yekdengî û helwesteke hevpar li dijî van bipêşketinan rawestin û peyam û helwesta xwe ya niştimanî li hemberî wan binpêkarî û zilmên ku li hemberî welatî û herêma me tên kirin nîşan bidin."

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Perlamentoya Kurdistanê jî derbarê êrîşa li ser hêzên Pêşmerge de wekî êrîşa terorîstî ya dijminane bi nav kir û bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hêza Pêşmerge li gorî yasa û rênimayên navxweyî û navdewletî û siyasetên aştiyane yên Herêma Kurdistanê tevgeriyaye û her dem bûye faktor û parêzvanê asayîş û aramiyê; herwiha ti carî nebûya gef û metirsî li ser ti aliyekî.

Hikûmeta Federal berpirsiyar e

PDKê diyar kir, “Ji vir em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku berpirsiyariya xwe ya destûrî bigire ser xwe û bi rêya kanalên dîplomatîk û fermî helwesteke biryardar nîşan bide ji bo parastina serweriya welat, jiyana welatiyan û hêzên parêzvanên aştî û asayîşa welat. Her wiha em bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo danîna sînorekî li ber van binpêkirinên berdewam roleke çalak bileyîzin.

Herêma Kurdistanê her dem faktora aramiyê bûye. Vîn û îradeya gelê me ya ji bo aştî û aramiyê ji her cure destdirêjiyê bihêztir e; bi van êrîşên namerdane naşkê û em paşve gavê navêjin.

Em sersaxiyê dixwazin

Em sersaxiya xwe ya kûr pêşkêşî malbatên wan 6 Pêşmergeyên têkoşer dikin ku îro tevlî karwana nemiran bûn. Herwiha em li ber hemû şehîdên Hêza Pêşmerge, Asayîş û hêzên navxweyî yên ku di êrîşên dawî de canê xwe feda kirine, bi rêz serî ditewînin û daxwaza başbûna zû ji bo birîndaran dikin."

Parve bike: