TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê

Admin H
Nivîskar
📅 04 îlon 2022 12:21

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber wefata serokê berê yê Serdozgeriya Giştî ya Silêmaniyê Hakim Ferhad Hatim, peyameke sersaxiyê bo malbat û dostên wî belav kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de, sersaxî li malbata Hakim Ferhad Hatim kir û hevxemiya ligel malbat û dostên wî nîşan da.

Mesrûr Barzanî got: “Bi mixabinî min nûçeya koça dawiyê ya serokê berê yê Fermangeha Serdozgeriya Giştî ya Silêmaniyê Hakim Ferhad Hatim bihîst. Pirse û serxaxiyê li malbata wî ya birêz, dost û hevpîşeyên wî dikim û hevbeşê xema wî wan im. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê jî bide hemûyan.”

Parve bike: