TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Wezareta Pêşmerge daxuyaniya êrîşan: Iraq bê helwest be, em ê neçar bimînin helwestekê ragihînin

Admin H
Nivîskar
📅 06 nîsan 2026 16:38

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi 4 dronan êrîş li ser binkeyeke Pêşmerge hatiye kirin û ev zincîre êrîş bi eşkere li ber çavê artêş û hêzên ewlehiya Iraqê têne kirin.

Wezareta Pêşmerge îro 6ê Nîsanê ragihand: '’Şeva borî 05.04.2026ê carekî din grubên ji yasayê derketî bi rêya 4 dronên bombebarkirî êrîş kirin ser binkeyekî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Di dema borî de jî gelek caran êrîşên terorîstî li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê bo ser binkeyên Pêşmerge berdewam bûn.’’

Hate gotin, '’Ev zincîre êrîş bi eşkere li ber çavê artêş û hêzên ewlehiya Iraqê ji bo ser Herêma Kurdistanê tên kirin û binkeyeke hêzên Pêşmerge de ziyanên canî û madî yên mezin pêk hatine.’’

Wezaretê diyar kir: '’Heta niha hikûmeta federal a Iraqê, fermandarê giştî yê hêzên çekdar, fermandariya operasyonên hevbeş û saziyên ewlehiya Iraqê ti helwêsteke cîdî nîşan nedane ji bo rêgirîkirina wan êrîşên terorîstî û têkder.’’

Wezareta Pêşmerge teqez kir ku Pêşmerge beşeke ji sîstema ewlehî û berevaniyê ye û da zanîn, berdewam xwedî rola serekî û bi bandor hebûye di parastina asayîşa Herêma Kurdistan û Iraqê de û ji bo wê '’Divê ew destdirêjî bilez bê rawestandin û tawanbar bên ceza kirin.”

Di dawiyê de jî hat gotin: '’Em ji bo berjewendiya hemû xelkê Iraq û Kurdistan û liberçavgirtina vê rewşa xirab, sebir dikin, lê eger hikûmeta federal herwiha bê helwest be, em dê neçar bimînin helwestekî din ragihînin.’’

 

Parve bike: