TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Yildirim peyva Kurdistanê û pîroziya bi Kurdî...

Admin H
Nivîskar
📅 06 hezîran 2019 20:16

PeyamaKurd - Namzedê Şaredariya Stenbolê Binalî Yildirim beriya hilbijartinên 24ê Hezîranê bi minasebeta cejnê serdana Diyarbekirê kir.

Yildirim li Diyarbekirê cejn bi kurdî pîroz kir û got, dema damezirandina Parlamentoya Tirkiyê mebûsên Kurdistanê û yên Lazistan û Anadolê jî hebûn.

Yidirim bi kurdî got, “Rojbaş hûn çawanin? Eyda we bimbarekî be!” û li pişt wî Wezîrê Berê yê Tirkiyê Mehdî Eker jî çepik ji beşdaran xwest û got, ‘em baş in’.

Hêjayî gotinê ye, hê jî navê partiyên Kurdistanî li Tirkiyê bi fermî nehatiye qebûlkirin û ji wan tê xwestin navê Kurdistanê ji partiyên xwe derxin.

Herwiha li parlamentoya Tirkiyê jî navê Kurdistanê nayê qebûlkirin û di kampanyaya hilbijartinên 31ê Adara 2019an de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo yên peyva Kurdistanê bikar tînin rêya Başûrê Kurdistanê nîşan dabû û gotibû, li vir çi karê we heye biçin wê derê.

Parve bike: