TR KU SO
FB X
Kurdistan

Jineke din a Kurda Êzîdî pistî 7 salan hat rizgarkirin

Admin L
Nivîskar
📅 13 îlon 2022 14:59

PeyamaKurd – Jineke din a Kurda Êzîdî piştî 7 salên din ji Kampa Holê rizgar bû.

Çavkaniyên Rêveberiya Xweser diyar kirin, roja 13ê Îlonê li Kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê di operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê de, jineke din a Kurda Êzîdî ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hat rizgarkirin.

Ji 25ê Tebaxê ve hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser bi alîkariya HSDê û bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî, qonaxa duyem a operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê destpê kirine û hêj berdewam e.

Parve bike: