Kurdistan
Kamyoneta karkirên demsalî wergeriya: 7 birîndar
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê li navçeya Darendeyê kamyoneta ku karkirên demsalî hildigirt wergeriya û di encamê de 7 kes birîndar bûn. Bûyer li ser rêya Darende-Elbistanê çêbû.
Di qezayê de ajotvanê kamyonetê, Şükrü Güven (16) Kudret (14), Fatma (11) Eyyüp (17), Ahmet (18) û Dilşah Kızıloğlu (18) birin dar bûn. Li ser çêbûna qezayê tîmên cendirmeyan û 112 ê yên xizmeta lezgîn ên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya navçeya Elbistanê û rewşa birîndaran başe.