Kurdistan
Karwana şeşemîn a vegera koçberan ji kampên Hesekê û Dêrikê bi rê ket
PeyamaKurd - Zêdetirî 640 malbatên koçber ku li Kampa Newroz (Dêrik) û Kampa Serêkaniyê/Waşûkanî (Hesekê) diman, di çarçoveya karwana şeşemîn de amadekariyên vegera li gundewarên xwe yên resen temam kirin û îro bi rê ketin.
Ji bo çêkirina karwanê û birêxistina veguhastinê, malbatên koçber ên li Kampa Newrozê duh (20ê Cotmehê) derbasî Kampa Waşûkanî ya li Hesekê hatibûn kirin.
Ev karwana vegerê bi taybetî malbat û şêniyên ji gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê dihewîne.
Hate ragihandin ku di vê karwana şeşemîn de xelk û şêniyên resen ên navenda bajarê Serêkaniyê cih nagirin û veger tenê ji bo gundewarên derdorê tê kirin.