Kurdistan
Keçekî bi kêrê li cîgirê rêvebirê asayisê xist
PeyamaKurd- Li bajarê Hekkariya li navçeya Geverê li ser giliyekî diziyê ku bo asayîşê hat kirin, tîmên polîsan bi cîgirê rêvebirê asayîşê Fatih Acar re çûn mala ku lê dizî dihat kirin. Keça ku dibêjin ketiye diziya malê ya 18 salî, bi kêrê li cîgirê rêvebirê asayîşê dixe û pêre li yên der û dora wî dixe. Yên der û dor sivik birîndar dibin lê cîgir giran birîndar dibe.
Fatih Acar, ji aliyê tîmên tenduristiyê de hat birin bo nexweşxane ya Geverê ya dewletê lê birîna wî xedare û di bin kontrola doktoran de ye. Keçika ku bi kêrê lê daye, niha di bin çav de ye û li navenda asyîşê ye.