Kelemçeya lingê Mahmut Alinak pistî 29 rojan hat derxistin
PeyamaKurd – Piştî serlêdana parêzerên wî bi 29 rojan kelemçeya elektronîk a ku mehek berê bi lingê siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak ve girê dabûn hat derxistin.
Siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinak ku dadgeh doza cezayê heta hetayê lê dike mehek berê bi şertê ‘hepsa malê’ ji girtîgehê hatibû derxistin û kelemçeya elektronîk bi lingê wî ve hatibû girêdan.
Alinak bertek nîşanî girêdana kelemçeyê dabû û gotibû, min nehişt dema min bigirin destê min kelemçe bikin, lê niha tola xwe distînin û lingê min kelemçe dikin.
Mahmut Alinak herwiha ew yek wekê koletiya modern pênase kiribû û gotibû, ew ji nêrînên xwe û doza xwe venagere.
Kelemçeya elektronîk a lingê Alinak piştî serlêdana parêzeran bi 29 rojan, îro 7ê Tîrmehê ji aliyê polîsên Navenda Kontrola Edlî ya Qersê ve hat derxistin.