Kelemçeya elektronîk xistin lingê siyasetmedarê Kurd
PeyamaKurd - Kelemçeya elektronîk xistin linge nivîskar û siyasetmedarê bakurê Kurdistanê Mahmut Alinakî. Alinakî ev helwest şiband ya kolonyalîstan ku li Afrîka û Amerîkayê toq dixistin stuyê koleyan.
Mahmut Alinak ev helwest şibandiye ya kolonyalîstan ku li Afrîka û Amerîkayê toq dixistine stuyê koleyan, “Min li emniyet û edliyeyê li ber xwe dabû û nehiştibû kelemçeyê bixin zendên min. Kelemçeyê dixin lingên min û dixwazin tola xwe rakin.”
Alinak di 17ê Sibata 2020an de hatibû girtin û di 13ê Gulana 2020an de imercê ‘hepiskirina li malê’ hatibû berdan.
Mahmut Alinak di roja 13ê Sibatê li Qersê di serdegirtina mala xwe de hatibû desteserkirin. Di 17ê Sibatê de bi tohmeta ku dahata pirtûka xwe ya bi navê “Bêkes”î daye malbata Hevserokê Meclîsa Gelî ya Cizîrê malbata Memet Tûnç.
Danûstandinên bi xizmên wî re, nivîsên wî yê rexne li hikûmetê kirine, daxwaza lihevanîna du malbatên neyarên hev in û li Amedê bi berhevkirina zibilî re xwestiye derbarê zibilan de baldariyê çêbike Alinak hatibû girtin.