TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kemal Korkut Rapora Krîmînal a Navnetewî gihist dadgehê

Admin H
Nivîskar
📅 28 sibat 2019 18:23

PeyamaKurd -Di rapora ji aliyê Buroya Krîmanal a Navnetewî de hat amadekirin hat tespîtkirin ku xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di Newroza 2017'an de hat kuştin rasterast ji aliyê polîsê bersûc ve hedef hatiye girtin. 

Runiştina 5'emîn a doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di Newroza 2017'an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û polîs Y.Ş. tê darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Polîs Y.Ş. ji sûcê "bi qestî kuştin" bi cezakirina muebetê tê darizandin. 

 Polîsê bersûc Y.Ş. ê negirtî tê darizandin û parêzerên û li aliyê din jî birayê Kurkut, Ferhat Kurkut û parêzerên malbatê di danişînê de amade bûn. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Semra Guzel, Dersim Dag û Musa Farisogullari û rêveberên HDP'ê jî doz şopandin. Herî kêm 30 polîs jî ketin salona danişînê û doz şopandin. 

Rapor gihişt dadgehê 

Di danîşna hat dîtin de heyeta dadgehê daxuyand ku rapora ji aliyê Buroya Krîmanal a Navnetewî ve têkildarî kuştina Kurkut hatiye amadekirin gihîştiye destê wan. Di raporê de hat tespîtkirin ku polîsê bersûc rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye û bûye sedemê mirina wî

Parve bike: