Kurdistan
Kerkûk | Di encama teqînekê de 7 polîsên Iraqî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li devera Hewîce ya Kerkûkê, di encama teqîna bombeyeke bi hêzên Iraqî de teqiya, komek polîs birîndar bûn.
Li gor berpirsê polîsê bajarokê Hewîce yê Kerkûkê Fetah Mehmûd diyar kir, îro li nahiya Riyaz ya bajarokê Hewîce bombek bi hêzên Iraqî de teqiya.
Herwiha Fetah Mehmûd da zanîn, di wê teqînê de 7 polîs birîndar bûn.
Fetah Mehmûd destnîşan kir, piştî teqînê ew dever ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat dorpêçkirin û heta niha jî didome.
Herî dawî Fetah Mehmûd eşkere kir, ev demek e terorîstên DAIŞê li wê devera Kerkûkê aktîf bûne û ew bomb jî ji aliyê wan ve hatiye danîn.